kabrayek lew serşîwî seqze jinêkî hêna û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  941 Dîtin

kabrayek lew serşîwî seqze jinêkî hêna û le paş sê mang kuřêkyan bû. pyaweke le mał nebû, jineke zemawendî gwêzebaney gêřa. lew wexteda pyawe hatewe û lem karesate waqî wiřma, witî a sebir ken eme çîye? řûy kirde jinekey û witî: çon le paş sê mang minał ebêt? jine witî: pyaweke wa nîye to netzanîwe were ta ḧîsabit bo bikem: «naw cejnan û dway cejnan û bere cejnan eme bo do, gelawêj û serawêj eme bo şo, mangî çile û pêş çile eme no, adey tyełke lotî çeqo». bem core no mangî bo piř kirdewe.