le biłsen melayek hebû melawelîy naw...
le «biłsen» melayek hebû «mela welî»y naw bû, jinî hebû «xaxazê»y naw bû, xaxazê afretêkî serbederewe û qisezan bû. le mawey jyanya mela welîş qur’anî pêxwêndibû. mela welîş xoy qise xoş bû, çawêkîşî nebû, řojêk hendê feqê û melay ew dewre ebin be mêwanyan, dyare le hemû kořêka hemû core qiseyek ekirê. leserî ew qisaneda basî kiç ekirê, ke be lay mezhebî şaf’îyewe çon we kê eyda be mêrd. lemewe qisey lê ebêtewe û here yeke ełê çi core kiçêk başe. sere dête ser mela welî, ewîş ewî bîzanê eyłê, xaxazêş xerîkî îş û nan dirustkirdne û gwêy le qisekanî hemûyan ebê. ke sere egate ser mela welî mêrdî, le qisekanî em ew zyatir tûře ebê û xoy pê řanagîrê, ełê:
yek çawî bêfře, key wa ebê? to le hemûyan nezantirî. kiç emaneye: «kiçî de sałan bîlbîley çawan, kiçî panze sał deske gułêkî ał, kiçî kinaçey bîst sał tewaw goşt û dugêkî bo xawen ḧesaw, kiçî sî sałan daykî mindałan, kiçî çil sałan pîrêjnî małan, kiçî penca sał kuştinye ḧełal, kiçî şest sał le’netî lê bê le xoy û małî». ke eme ełê hemûyan îtir pekyan ekewê.