pyawêkim la bû mam pîrdawid man pê ewt...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
853 Dîtin
pyawêkim la bû «mam pîrdawid» man pê’ewt, le hemû řûyekewe be řastî pyawêkî sade û eramende bû. řojêk le qewsî payza danîştibûyn basî řoj kurtî ekirî ke çon hîçî nemawe be carê kurt bwetewe, her yeke lem řuwewe qiseyekî ekird. witim: ha, mam pîrdawid to çî ełêy? witî: qurban çî birêm? min her ewende ezanim her debête şew řoj dadêt. beřastî min wa çuwe diłmewe, ke kem wesfî wa kurtî piř me’na kirawe.