le zemanî emanułła xanî walîda le sine...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  875 Dîtin

le zemanî «emanułłaxanî walî»da le sine pyawêkî «řemiştî» eçête lay, pêy ełê: «qurban berawî awrêz le řemişta hî mine û êsta mîrza ḧeme’elî xanî zawtî êwe îmsał lêy dagîr kirdûm, hatûm em şikatet la ekem». walîş ełê: le keyewe ew zewyet be destewye? ełê: qurban heşta sałêk ebê be dest êmeweye. ełê: başe heşta sałe be dest êweweye ba sałêkîş be dest zawtekey êmewe bêt.

ełê: qurban ke wate em mał û samaney êweş ke çend sałe be dest êweweye ba sałêkîş hemû bo mîrza ḧeme’elî bê. walî ełê: em kabraye bikene derewe û lêy den. kabra ełê: «be derdêkewe hatim, be dû derdewe derçûm». walî ełê: bîgêřnewe. emca fermanî da ke zewyekey pêbdenewe û kirdîşî be pyawmaqułî xoy.