ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  918 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe witî:

kabrayek le «taryer» hemû sałê ke ’êl eřwa bo kwêstan, egeřêtewe le naw dar û dewenekana xoy da’egirt cwan û şitî lê edzîn, řojêk xêł eřwa û herçende eka derfetê dest nakewê şitêk bidzê, eyewê bigeřêtewe seyr eka wa le dway xêłewe pîrêjnêkî zor pîr goçanêkî be desteweyewe hat. kabra dize ełê: xo min hîçim dest nekewt ba seyrê bikem bo xom. eçê le piştewe ełê «xû», legeł xû kirdina pîrêjin leser gazî pişt ekewî û hîç hełnasêtewe. hetîweke ełê wa çake bîgêm. eygê û le paşa lêy epirsê: mîmke ewe tirsay? ełê: erê bexwa. kabra witî sałî dwayî her lew wexteda çûmewe bo taryer têfkirîm pîrêjneke goçanêkî be desteweye û be naw dewenekana esûřêtewe, ełê: «xû, xûkerekey par, bim we qurwanit bêrewe, bêrewe mîmkî xot bitirsênewe».