mela ḧememîne şête hebû wextê xoy le...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
971 Dîtin
mela ḧememîne şête hebû wextê xoy le suleymanî le xaneqay mewlana jûrêkyan dabûye lewê enûst. jûreke qapî nebû, ḧacî feqê ełê qapyekî bo dirust ken min parekey edem. mela ḧememîn emey zorî pêxoş ebê. her xêra eçê bo lay westa kerîmî dartaş bo ewe qapî bo dirust ka, westa kerîmîş ełê ca mela to endazet nehênawe min çon qapît bo dirustikem? mela ḧememînîş ełî her êsta eçim endazeket bo dênim, eçêtewe her çend eka nazanê endazey em dergaye çon bigrê, ekewête bîrî ke be bałî xoy endazeke bigrê. her dû bałî řep eka bew core endazeke egrê û egeřêtewe bo lay westa kerîm. le řêgada ekewête çałêkewe dest eka be hawar hawar, pê’ezanin yekêk eyewî derî bênê betemaye binewê le pelî, ełê: «kuře nekey. binewe le řîşim ba endazekem lê têk neçê».