be şew derzîy muje meşẍûłe ye’nî çak eka sîne

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  539 Dîtin
be şew derzîy muje meşẍûłe ye’nî çak eka sîne
be řoj çoẍey diłî ’alem eda ew şoxe makîne
weha perçem îḧatey dewrî cebhey dawe řoj û şew
ełêy tesxîrî mułkî řom eka em ḧakmî çîne
ke pêy hênaye baẍî diłmewe yarim be destî naz
gułî sebrî çinî yek def’e ew bê řeḧme gułçîne
le teḧrîkî mekîne hate gwêm dengê be soz eyut:
xwa bimkey fîday ew sa’îd û saqî bilûrîne
be ebroy wesme řengî kuştimî, xwênim mefewtênin
gewahim bo sibûtî mudde’a şimşêrî xwênîne
le şewqî în’îkasî xałî mawî ew kewa taqe
leber nîlofeřî encum zemîn wek asman şîne
henasey lêwî laley kêye wa řengî beharî řişt
ke em dinyaye yekser baẍe, em seḧraye řengîne
xwa bimkey be pořê aşyanim menzerî ew bê
ke şayed bibme seydî ẍemzeyî ew çawe şahîne
be wesłî ew nîgare bê řeqîb zeḧmet bigey bêxudNasnava edebî
le dinyada kesê bê ejdeha neydîwe gencîne