her şêx miḧemed gêřayewe witî carêk mela...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  688 Dîtin

her şêx miḧemed gêřayewe witî:

carêk mela şerîfî se’atçî bo nanxwardnî êware bangî mela ḧememîne şête aka û pêkewe nwêjî şêwan ebene mizgewtî ḧacî mela řesûł. cema’et hemû lew nwêj û wird û şite ebnewe, mela ḧememîn her lê nabêtewe. ḧacî mela şerîf ełê: mela ḧememîn xêra ke ba biçînewe. ełê mela ḧememîn heste ba biroyn, ełê: sebirke carê pele meke. le paş beynîkî tir ḧacî mela şerîf dîsan ełê: mela ḧememîn çît kird? heste ba biroyn direnge. mela ḧememîn ełê: «qurban segbabeke carê».

le encama beher corê bê mela ḧememîn le nwêj û ewrad ebêtewe û heł’estê û legełî eçnewe bo malewe.

ke eçnewe bo małewe, ḧacî mela şerîf lê epirsê: mela ḧememîn! qurbaneke yanê çî û segbabeke yanê çî? ełê: «qurban! segbabeke bo ewe ke wa wazim lê bênît û kem hełse hełsem lê bikeyt. qurbanekeş bo aştîy dwayî, bo ewey le řûm hełbêt legełit bêmewe».