kuřêk hebû lew ber kêwe gewre bibû deru...
kuřêk hebû lew ber kêwe gewre bûbû. derudrawsê be dayk û bawkekeyan ewt: bese jinêkî bo bênin û boy danên ba îtir ewende qutequt neka. kuřîş gwêy lew qisane ebû. le encama kiçêkyan bo dyewe û boyan hêna, şayî kira û boyan kirde perdewe û kuřyan kirde jûrewe. xełk beteman kuř bibê be zawa û bête derewe, kuř dyar nebû ta beyanî, beyanî hate derewe hîç qiseyekî nekird, kesukarekeş hîç dengyan legeł nekird. heta şewî dwayîş her wekû şewî pêşû wabû, hîç deng nebû, le paşa daykekey çû be layewe, witî: kuřim ewe bo çi hîç dengit nîye? kuře witî: dengî çîm bê? ewe nîye dengim lêwe dêt û qisey ekem. witî: kuřim ewe nałêm, ełêm bo çi nabît be zawa? ełê bo çi nebûm? ełê kwa? ełê: ewe nîye jineketan hênawe û datannawe. daykîşî ełê ey damannawe, axir ebê biçî be layewe. kuřeş ełê ey hemû car êwe netan’ewt jinêkî bo bênin û boy danên. ewa datannawe, îtir çî? hemû dem seyrî ekem danîştuwe.
daykeke seyrî kird emane hîçî kełk nagrê, ke şew dahat pelî kuřekey girt, birdye lay bûkekewe. de’bay kuřekey girt û xistye ser dwabřawî kiçeke, witî ewe bike beweda û xoy hate derewe. kuře le paşa ewey kird beweda, seyrî kird xwên peyda bû, her hesta derpêyekey da be şanya, gařamêk danrabû pelamarî gařamî da û be hełedawan hat bo lay daykî û destîkird be cinêwdan û gařmî bo berizkirdewe û witî: «dewêt bawik her êste etkujim kiçî xełkî bo xoy danîştibû, to hatî witit ewe bike beweda, minîş wam kird, êste kiç xełtanî xwên bûge, to bûyt we sewewî ew qetłe, her êste tên emkujin, ta neyankuştigim ba min to bikujim wa em xwêne naheqet kird we řîşmewe». daykî zanî kuřekey bû be zawa, heřay kird bo lay bûkê û xełkîş kuřekeyan girt, le paşan têyan geyand ke ewe hîç nîye û şêwey kuř be zawabûn û jin hênan awaye.