lew ber kêwe afretêk lenaw komełêka -ke...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  704 Dîtin

lew ber kêwe afretêk lenaw komełêka, ke mîwanî kirabûn, danîştibû, minałêkî hebû taze fêrî qisekirdin ebû, minałekey le bawşya danabû. şer’ şermî bo nîyew jineke yekêkî deng gewrey pya hêna. destîkird be lêdanî mindałeke û be çepok berbuwe ser û gwêlakî minałî besezman, mindał leber giryan neyperjaye ser hîçî tir, daykeş her wazî ne’ehêna û eyut: hetîw ḧeyay însan ebey. ewende zorî lêda tenanet jinekanî tir kewtine ser ew biřwaye ke eme mindałeke buwe em tiřey kenduwe. beher cor bû lejêr çingyan derhêna.

le paş tozêk sifrey nan danra û hemû nîştine ser sifreke, afreteke diłî be mindałîkey xoy zor sûta ke wa be naheq ewendey lêdawe, kewte diłnewayî kirdin û maçkirdinewey û dest besera hênanî û destî bird girtige goştêkî sûrkirawey le berdema dana. minałeke lem mêhrebanyaney dîkî diłî hatewe şwênî xoy û destîkird be xo şîrînkirdin leber çaw daykekeyewe. emca be dengî berz witî: «daye gyan eger emcareş bitřî dîsan lêm edeytewe».