melakey kunemasî we’zî eda eyut...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
916 Dîtin
melakey «kunemasî» we’zî eda eyut: her kes eger nanê bida le řêgey xwada, xwa ḧorîyekî edatê, ke serî le řoj’awaye û pêy le řojhełat. ’eze kunemasî hebû le kořekeda danîştibû hełîdaye, witî: «mamosta êste ême wayn le naweřastî zewîda, eger nanêk bidem le řêgay xwada û xwa ḧorîyekî wam bidatê, min ekewme ’astî nawkî. xo eger bimewê maçêkî bikem ebê her şitêkim heye û nîye bîdem be heqî karwana û şeş mang beřê kewê bo ewey bigeme ’astî demî û maçêkî bikem, cige lewe agam le xwarî nawkîşî ebřê ke çî be ser dê. wełła mamosta ne em nane edem û ne em maçem ewê û ne em hatoçoy řêgayeş ekem be tûşî xomewe.