kabrayekî kurd kuřêkî hebû nardibûye fe...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
910 Dîtin
kabrayekî kurd kuřêkî hebû nardibûye feqêyetî. kabra řojêk eçê ebê be mîwanî feqêkan, kuřekey suxte bû, ebwaye xizmetî feqêkanî tirî bikirdaye. kabra ke geřayewe małî xoyan lêyan pirsî kuřeket le çyaye? witî: «her dengî lêwe meken, maşełła nan û çay ew gişt mela zil zilane we dest ewe ta ew neyjê nan bixon û nanyan bo danenê kesyan řayey eweyan nakewê nan bixon, maşełła fire zil bûge».