îlahî em gułî newřeste her da’îm beharî key

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  998 Dîtin
îlahî em gułî newřeste her da’îm beharî key
le baxî piř le mîwey tûlî ’umra kamgarî key
perî teqwa û ’îfrîtî hewa û nefsî musexxer bin
leser textî suleymanî biłend û paye darî key
le ewcî meymenetda wek humaywinî mubarek bê
le burcî me’rîfetda her wekû řoj aşkarî key
ewî em newnemamî coyî ’îrfaney newê yařeb
leřûy çak û xirapa her terêq û şermezarî key
be te’rîxî le dayk bûnî ew da’îm ełê bêxudNasnava edebî:
xuda wek bab û bapîrî weḧîdî řojgarî keyHisaba Ebcedê: xida wik babu bapîrî wiḧîdî ruzgarî kî