mela ře’uf boy gêřamewe witî eḧmedî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  841 Dîtin

mela ře’uf boy gêřamewe witî:

eḧmedî ḧacî fetaḧ le suleymanî le małî xoya nazdarî bawik û taqaney dayk bû. keway şîrdax û sełtey mawet û çefte û mişkî, emane hemûy her lew eweşayewe. le sefer belkida bira bo ’iskerî, le şeřêka gulleyekî ber’ekewê, ebê be hoy têkçûnî eqłî. ke geřayewe bo suleymanî leber ew têkçûnî eqłey, ew naz û nî’metî pêşuwe, hemûy zeman perdey çewsanewey besera hêna û way lê hat be şew le xaneqay ḧacî mela ’elî řojî ekirdewe.

mela sałḧî mela zubeyr lewê bû. řojêk leser şorya legeł mela sałḧ têk eçin û derî eka û pêy ełê: bo çi geřit bem xaneqay pêçawe û biçore şwênêkî tir! eḧmed eẍaş pêy ełê:

«biřo mirdûy mirê, serit ełêy serî qumqumokeye, ta bûr’aẍasyekî wekû min nebê kê lem swałkerayetya, topîwxaneyeda řoj ekatewe?»