eḧmedî bira ḧeme boy gêřawmewe witî ewa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1172 Dîtin

eḧmedî bira ḧeme boy gêřamewe witî:

ewa lew nawçey xomaneda dinya pel pel buwetewe û her kese le awazêk lê eda, xełkî bere bere buwetewe, her bereyek û bîrubaweřêkî heye. zeman ḧizb û ḧizb karye. witî le kořêka bûyn, kořeke heryeke wekû tełî keman le awazêkî lê eda. ême lew deme qiře û miştumředa bûyn seyrman kird kabrayekî kurdî galok bedest qefî galokekey xistibuwe meçekyewe, hat û le tenîştimanewe danîşt, ême her le demeqřey ber û berayetî xomana bûyn, ewîş wa be soz serî şoř kirdotewe be xoya û gwê le qisekanman egrê. paşan řûyan têkird û wityan bira: to lem řuwewe bo çi qiseyek nakey? witî: bira qisey çî bikem? qisey min leser em demeqře û miştumřey êwe wekû qisey jinekeye legeł kuřekeya. wityan: ew qiseye çon buwe û çîye? witî:

lew wiłatî êmeye jinêk hebû, dû mêrdî kirdibû, her dûkyan mirdibûn. mêrdî sêyemî kird, lem mêrdey kuřêkî bû, em mêrdeşî mird. îtir mêrdî nekirdewe, danîşt be lay kuřekeyewe gewrey kird û kuře bû be pyaw, kuřekey eyzanî daykî pêş bawke cwanemergekey em, dû mêrdî tirî kirduwe, řojêk herwa danîştibûn dûbedû, kuřeke lêy pirsî: toxwa daye lew sê mêrde kamyanit zyatir be dił bû? daykî hîç dengî nekird. kuřeke lêy pirsîyewe. witî řołe waz bêne, leser şitî wa meřo, kuřeke her wazî nehîna. daykeke ke zanî her waz nahênê, witî: «řołe gû be gořî her sêkyan». kuře waqî wiřma û witî daye bo çî? witî: «řołe her kamyan ehatin ewende łingyan egirtim be şanewe û berzyan ekirdewe lewane bû her dû gunîşyan têxen, le hîçyan min xêrim nedî».

emeye qisey min, deme qiřey leser em demeqřey êwe.