kabrayekî hejar hebû le dê gełałe lew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  472 Dîtin

kabrayekî hejar hebû le dê «gełałe» lew ałan û sêweyle «sofî hesen»y naw bû; pyawêkî zor bedînî le xwatirs bû. lew zistane sardeda hemû řojê pêş mela bangidan eçû destinwêjî eşord û eçuwe jûrî mizgewteke le xwa epařayewe û eyut: axir xwaye meger her meḧmû paşay caf û cemaẍay koye û ḧeme qedoy mûsił bendey ton wa ewende mał û miłk pêdawin? aya emane le ême pyawtir û ziringitrin? ey ême bendey to nîn wa nanî şêwman naydeytê? axir ebê bizanim ewanet le çî dirust kirdûn û ême le çî? ne’uzubîlla! eger xwayî nazanî were xwarewe ta min binîşme şwêneket pêt biselmênim ke çon mû le mast cya ekemewe! axir çend pûłêkîş be ême bide ta kasbîyekî pêwe bikeyn!

em kabraye hemû şewê eme îşî bû. bem hatuçû kirdiney û bem pařanewe û denge dengey ḧeyşî be feqêkan tał kirdibû. çunke jûrî feqêkan leser řêbazî jûrî mizgewteke û her be tenîşt mizgewtekewe bû. her çendyan ekird boyan çar ne’ekira, feqêyekî ew mukiryane hebû lewêda witî: êste min boyan çar ekem şewêk le pêş eweda sofî hesen bêt feqêke çuwe serbanî mizgewteke û dû sê feqêy tirî legeł xoy bird û leser kiławřojnekewe řawistawin. sofî hesen hat û wekû şewan destî kird be pařanewe. feqêyke leser kiławřojnekewe be dengêkî barîkî necîmane witî: ey bendey ême, to çît dawa kirduwe le ême û nemandaytê?

seyrî kird kes dyar nîye, samêkî lê nîşt û bêdeng bû, qiseke witrayewe.

sofî hesen tozê samekey şika û witî: bînayî çawan! êste têgeyştim ke xwayekî gewreyt û çawit le hemû kesêke. êste hîçim nawê her emewê bimgeyenîte ḧuzûrî xot!

wekû le paşa xoy gêřayewe eywîst ke çuwe ḧuzûr, řîşî bigrêt û tołey hejarî xoy lê bikatewe!

feqêke serî gurîsêkî le kiławřojnekewe bo xiste xwarewe witî: ey bendey ême serî em gurîse bibeste be naw qedtewe ta hełt kêşîn bo lay xoman û bo ’erş. ew wexte le hîç nyazêk bê nyazit nakeyn.

sofî hesen witî: ey bequrbanit bim wa kes nahomêd nakey û serî gurîsekey best be nawqedî xoyewe. feqê leserbanewe witî: tund bestit be xotewe? sofî hesen witî: bestim bînayî çawan îşî xot bike!

feqê be yarmetî feqêkanî tir gurîsyan hełkêşa. ke çwar pênc gezêk berzyan kirdewe gurîsekeyan bereła kird û sofî hesen tirp kewte ser zewî û le ḧeybetana tiřêkî zilî kend! feqê witî: ey bendey bê edeb! ewe le ḧuzûrî êmeda tiř ekenî? sofî hesen ke be jan û pêçewe etlayewe be nałe û nûzeyekewe witî: bînayî çawan! cîke cîk meke. eger to le şwênî min bûytaye, gût ekird be xota!

îtir bibřay bibřay carêkî ke sofî hesen lew wextaneda neçuwewe be mizgewta û feqêkan řizgaryan bû le destî.