kabrayekî lew naw cafe le ber ewe sikî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  527 Dîtin

kabrayekî lew naw cafe le ber ewe sikî bay kirdibû [nexoş kewtibû]. ḧekîmî kurdewarî ew naweyan hênaye serî. ḧekîmekeş witî: eger ta se’atêkî tir bayekî lê bêtewe řizgar ebê egîna taze le dest deruwe. xizim û kesukarekanî hemû le dewrî kobûnewe boy egryan û do’ayan ekird le xwa ke şifay bo binêrê. ewa se’ateke beser çû. hîç nebû, emca kabra îtir dankenî jyan bû û destî kird be pařanewe witî: xwaye! êste ewa be henasesardî emirim to xoş! bełam be lanî kemewe lew dinya goşeyek le beheşt û ḧorîyekim biderê. yekê le xizmekanî ke gwêy leme bû îtir pêy negîra çuwe jûr seryewe û pêy wit: hey kerî kwêstan nedîg! ême û xot kul bûyn le tek xwada giřêkî pê řewa newînît. êste lew dinya beheşt û ḧorît edatê? de biço bîxo!