ḧesen beg boy gêřamewe ke şêx miḧemedî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  751 Dîtin

ḧesen beg boy gêřamewe ke şêx miḧemedî şêx ḧisamedîn gêřayewe witî: şêx ’usmanî biram legeł daykim eçûn bo ḧec û çûne beẍda; dinyaş hawîne, witî: beyanîyek daykim pêy ełê: kuřim ’usman biço otomobêlêk bigre ba biřoyn. şêx ’usmanîş eçêt û eřwate ser cade otomobêlêk dêt. le dwawe pelamarî edatê boy nagîrê! yekêkî tir dêt dîsan eyewê bîgrê. be kurtî ta êware pelamarî otomobêl eda hîç be hîç naka! daykîşî lew lawe her çaweřêye kuř bêtewe û otomobêl bênê û biřon.

êware şêx ’usman egeřêtewe bo lay daykî, ’ereqî sûr û şînî derdawe û mandû û hîlak. daykî pêy ełê: kuřim ewe îmřo le kwê bûy? xo to çûyt otomobêl bigrî û bîhênî. kwa otomobêleke? şêx ’usmanîş ełê: daye lêm geřê? îmřo her mirdim. le beyanîyewe ta êste hîç otomobêlêk nema ke pelamarî nedemê êste û êsta otomobêlêkim bo negîra. hîçyan le wizey mina nebûn. destim edaye he otomobêlêk le batî ewe ke min ew bigirim. ke çî ew minî řa’ekêşa. le ber ewe hîçim bo negîra!