lew xoşnawetîye kabrayek wextî xoy mîr ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  498 Dîtin

lew xoşnawetîye kabrayek wextî xoy mîr, jinêkî bo hênabû, kabra jinekey mirdibû, leserî payza çûbuwewe bo lay mîr û pêy witbû: mîran debê emcareş xemêkim lo bixoy. mebestî ewe bû ebê jinêkî tirim bo bênî. mîrîş pêy ełê: xemî çit lo bixom? meger gûyekit lo bixom?

kabraş ełê: be xuday mîrim eger êstaşim lo nexoy debê beharêm her lo bixoy!