dû kabray ew wiłatî dizeyîye hawřêy ko...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  516 Dîtin

dû kabray ew wiłatî «dizeyî»ye hawřêy kon bûn û çend sałêk le yek dûr kewtibûnewe. řojêk le nakaw le dû řyanêka tûşî yek ebin û dest ekene milî yek û çak û çonî legeł yek eken. emca ekewne hewał pirsî yek. yekêkyan bewî keyan ełê: bira henûke kûyt û kû nît? ełê: bexwa bira zor çakim û le xuda bezyad bê le çi şitan natewawîm nîye. emca ew lew epirsê, ełê: eto kûyt? ełê: bira le min mepirse min zor xirapim! ełê: lo? ełê:

kuře! jinêkim heye nawî zemzeme
serî be teme û qûnî be xeme
min her loy dênim her dełê keme
deçim de geřêm lem şar lo ew şar
şitî lo dênim be koł û be bar
min derêm: hanê
ew derê: kanê!