melayeke le gundêka êware le mizgewt dan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  562 Dîtin

melayeke le gundêka êware le mizgewt danîştibû basî beheştî bo xełkeke egêřayewe eyut: beheşt piřyetî le kanyawî safî řûn, le hemû layekewe guł û gya xermaneyan dawe. em guł û gyayane her çiłêkyan core bonêkyan heye; eger yekêkyan bikewê xêra yekêkî tir le şwênekey eřwêtewe. emane qet le dwayî hatin nayen.

kabrayek ke le kořekeda bû be tewawî diłî dabuwe qisekanî mela her le nakaw hełîdaye û witî: ey daykim be saqet bê mela! bexwa cêy berx leweřandine!