jin û mêrdêk sê kuřî mindałyan ebê yekêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  477 Dîtin

jin û mêrdêk sê kuřî mindałyan ebê. yekêkyan her zor mindał ebê le hîç tênaga. şewê xeberî ebêtewe seyr eka bawkî wa be ser daykyewe. lay wa ebê ke eme bawkî daykî exnikênê! dest be bira nawnicyekeyewe ejenê û xeberî ekatewe; be şiłejanêkî mindałîyewe pêy ełê: bawkim daykim exnikênê! ew biraye tê’ega çi base, pêy ełê: binû min ezanim çî eken. kuře mindałeke lem heç tênaga. bira gewrekey xeber ekatewe û bew ełê, ewîş dîsan gewretre le karesat tê’ega, ewîş pêy ełê: binû, binû xoy ezanê çî eka!

kuře mindałeke zîrek û şeytan ebê, emîş emca tê ega ke mesele çîye ełê: be «min ezanim» û be «xoy ezanê» bawkimtan kird be kełegay daykim. ke wate eme zemawinde!

heł’estê û dest eka be hełpeřîn! birakanî tirîş bem îşey emdest eken be pêkenîn û ebê be hera. bawik û daykî quřbeser îşyan lê têk eçê û emca ewan xoyan ekenewe be nustû!