dîsan lafawî ẍem hat her wekû baranî nîsanî

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 2 Xulek  539 Dîtin
dîsan lafawî ẍem hat her wekû baranî nîsanî
bînaẍey qesrî me’mûrî tereb řûy kirde wêranî
dîsan şahî qeza yexsîrî fermû ceyşî cem’îyet
ke sewqî kirde ser îqlîmî dił hordûy perêşanî
lenaw fiřnî derûna wek semûn bo çî nebirjê dił
le kûrey sîneda takey nebê cergîş be buryanî
ke wa mexdûmeyêkî newnîhalî kake şêx ’usmanNava taybet
le baxî ’umrî xoy neyxwardbû hêşta berî cwanî
zemîn neydîbû serwî mu’tedîl wek qeddî mewzûnî
zeman neybîstibû xunçey gułê wek lêwî xendanî
wekû teyrê ke berbûbê le ḧełqey dawî seyyadê
fiřî řoḧî řewanî bo řyazî xuldî řoḧanî
ela ey qasîdî esrîn ke çûy bo zyaretî qebrî
biłê newbaweyêkî neqşibendî bû be mîwanî
«bedî’e» y cennet ara ger nema, emma be lutfî xot
bidey yařeb dewamî ’umrî cedid û bawik û xizmanî
çi ced? awdêrî baxî ḧîkmet û dînî mubînî ḧeq
çemen pîrayî ’îlim û baxewanî şer’î yezdanî
seḧabî gułşen arayî ḧedîsî eḧmedî muřsel
beharî neş’ebexşî xunçeyî ayatî furqanî
çi bawik? yadgarî ḧezretî şêxî sirac aldّyinKes
newey na’îb, welî ’ehdî ’ila’ aldّyinî ’usmanîKes
le tekye û xaneqay zuhda îlahî kamgarî key
be cahî şah û bazî neqşibend û ẍewsî geylanî
le te’rîxî wefatî ew bedî’ey newciwan ’umre
epirsin ger le pîrî ’eqłî dana qasîy û danî
le beytî axrî nîwşî’rî sanî, ḧerfî bê nuxtey
eka îzharî sałî řîḧletî merḧûmeyî fanî
îtir bêxudNasnava edebî ełê «wa ḧesreta» zû gułşenî çoł kird
bedî’e řojgar û ’er’erî cobarî ’usmanîHisaba Ebcedê: bedî’e řozgaru ’eř’erî cobarî ’usmanî