kabrayek le awayyeka be lay małêka ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  479 Dîtin

kabrayek le awayyeka be lay małêka tê’epeřê, segî małeke hat pelamarî da. emîş berdêkî bo hełgirt û boy hawêşt, dem û didanî segekey şikand.

kabray xawen seg kabray tirî kêş kird û çû bo lay mela bo şikat. herdûkyan

leberdem melada řawestawin û mela le kabray berdawêjî pirsî: çî ełêyt? ewîş witî: cenabî mela to êste eger seg bît le bom bêyt û qaçim bigrît çon dest nademe berd û sî didanit bişkênim. le? xawen segî pirsî: to emca çî ełêyt? ewîş witî: cenabî mela êste to seg bît û leber derga werkewtibî berdêkit be naw demtida biden sî didanit bişkênin axir çon boy naçî?

melaş ke emey dî witî: segeke gewre bû ya kiçke? kabra witî: qurban! zor zil bû, çwar hêndey cenabit ebû! mela witî: ke wate min giçkem, carê em şer’e be min nakirê!