mela se’îdî menguřî hebû pyawêkî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  550 Dîtin

mela se’îdî menguřî hebû pyawêkî feqîroke û zor qise leser xo bû û zor kemîş pê’ekenî. sofî ewłayekeş hebû ewîş her pyawêkî sawîlke bû. carêk em sofî ewłaye le mela seyd epirsê: mamosta le şer’a dirûste pyaw çaw binûqênê, bîr le jinêkî tir bikatewe û biçête lay jinî xoy? melaş ełê: na babe nabê, dirûst nîye to le sipî xełkî řeq keyt û le řeşî xotî xey!