pyawêk hebû pêyan ewt eḧe dasnî le ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  502 Dîtin

pyawêk hebû pêyan ewt «eḧe dasnî» le binaẍeda xełkî «mame xan» bû, bełam le silêmanî da’enîşt. sałêk řêy ekewête estemboł. her egate ewê be řêkewt ḧacî mela se’îdî kerkulîzade tûşî ebê pêy ełê: eḧe ewe key hatûy? ełê wełła qurban taze hatûm. le paş maweyek ḧacî mela pêy ełê: eḧe lem wiłate şwênêk heye pêy ełên «baxçey gyanleberan» şitî seyrî tyaye were ba biçîn toyş bîbîne. ewîş ełê: wełła qurban baxçey gyanleberanim bîstuwe û minîş dîwme, îtir nayem; şit her yekcar xoşe însan bîbînê, min hezar carîş dîwme. ḧacî mela se’îd serî suř emênê ełê: eḧe le kwê dîwte? ełê: wełła qurban le silêmanî? ḧacî mela ewendey tir epeşokê, ełê: hetîwe şitî wa kwa le silêmanî heye? ełê: wełła qurban heye ełê: le kwê? ełê: le małî xoman. ełê: çon? ełê: bełê kiçêkim heye wekû tawis beřê da eřwa, kiçekey tirim wekû tûtî qise eka, kuřekem wekû kemtyar pê ekenê, jinekem wekû heło ekewête serim, kuřekey xezûrim ke hemû pêkeweyn û wekû wirç ebořênê, kuřekey tirî wekû gurg elûrênê, mindałe fîqnekeyan wekû gwêrekey behar etuřênê, xesûm xoy ełê min wekû meymûn wame, minîş xom le nawyana wekû ’enter heł’esûřam, min ke emanem hebê îtir îşim çîye be baxçey gyanleberan?