kabrayek le gundî kesnezan lew serşîwî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  494 Dîtin

kabrayek le gundî «kesnezan» lew serşîwî seqze ebê be mîwanî małêk. paş nwêjî şêwan nan da’enrê û nan exon. çêştekeş şilebeturş ebê, kabray mîwan zor be peroşewe pelamarî eda û kewçkî lê exate kar, demî esûtê û nazanê çî bika? eger eytifênêtewe pêy şerme. naçar ser berz ekatewe û demî ekatewe û seyrî binmîçeke eka û ełê: em małe be çend dirust kirawe? kabray xanexoy hest eka çi base ełê: be dû fû û sebrêk!