bira xo to lelay xot mexzenî ’eqił û kemałatî

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 3 Xulek  2431 Dîtin
bira, xo to lelay xot mexzenî ’eqił û kemałatî!
keçî ta dewłementir bî feqîr û swałker û latî
be teḧrîkî hewa dêyt û deçî çeşnî şepolî aw
serapa ẍerqî gêjawî ẍem û beḧrî xeyałatî
eger mazît ledes çû hênde bê ḧałîşî ey ẍafił
le îstîqbałî xot agat nîye çun bê mubalatî
be qesrî řûy zemîn têr nabê, qet çawit wekû fîr’ewn
xwa destit neda, destit bibê řû bo semawatî!
be cahî xot menaze, řostemî qabîz le řêtaye
eger sed şahî çînNava taybetyiş bî, kişêkit hate ber matî
suleymanNava taybet kwa nigîn û asef û ’îfrît û bełqîsî!?
sikenderNava taybet kwa şikoh û tepił û beydax û muhîmmatî?
bira napirsî carê çî beser hat ḧałî «keyxusrew»
temîzêkit nîye ta tê bigey lekwêye mîr’atî
ela ey dîde takey nagrît û nagrî ’îbret
ke ḧacî şêx emînî xałNava taybet le arada nema zatî!
be dûrî xoy ewa êmey duçarî dozexî ẍem kird
xuda řutbey biłind ka řûḧî ew şad bû be cennatî
ke hełgîra cenazey, bû be meḧşer deştî ser qebran
leber giryan û quřpêwan û waweyla û ’eşamatî
eger bişbim be seḧban, ey řefêq wa çake bêdeng bim
leber be’zê nefam nadûm le keşif û xerqî ’adatî
lewê bûm ḧezretî kak eḧmedî şêxNava taybet bas kira carê
le fezłî xoy û mektûbatî piř tefsîr û ayatî
nizîkî ẍewsNava taybet û şahî neqşibendNava taybety kirduwe bîlla
bełê seyîd ebê bem new’e bê her ḧubbî sadatî
ke mîsbaḧî biha’ aldّyin miḧimّdiNava taybet ’alem ara bû
be cezbey ’eşqewe ’erşî xuday ew bû be mîşkatî
ke sałî řîḧletî em muřşîdem pirsî le pîrî ’eqił
be ḧerfî cewherî em ayetey kirdim îşaratî
le sûrey enbya’Nava taybet ta salîḧîynNava taybet ayey we ئەەدْxelْnahuErebî
be te’rîxî wefatî muş’îre bêxudNasnava edebî ḧuřûfatî
kesê ewladî ’ellamey «ebûbekirî musennîf» bê
ke ’alem xoy eka qurbanî teḧrîrî «wizuḧat» y
kesê nesłî şifî’ almuznibînErebîê bê ke biřjênê
beser bêganeşa lafawî baranî şefa’atî
kesê te’rîxî ew bê ayetî tebşîrî qur’anî
be min çon şerḧî edrê ḧaşyey metnî keřamatî
be ḧeqqî sîneyî saf û diłî mesrûr û meḧzûnî
be bê xewfî le mexlûqî xwa û le xwa mexafatî
be ḧeqqî ah û nałey řoj û giryanî sibeynanî
be şorî nîweşew pařanewe û sozey munacatî
fełek piř girye bê ta çawî hewrî lêł û tarîkî
zemîn piř xende bê ta lêwî ẍunçey bax û baxatî
beser eḧfad û etba’î ewa baranî lutfî xot
bexuř biřjênî ya řeb, nek wekû ced, bełkû sed qatî