ḧacî biraym aẍay ’embar -xwa bêqezay ka-...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  538 Dîtin

ḧacî biraym aẍay ’embar -xwa bêqezay ka- pyawêk bû ewende serî le îş û karî dinya derne’eçû. be pêçewanî xoy kuřêkî mindałî hebû zorî xoş ewîst. řojê lêy epirsê: kuřî babî! ḧezit ekird sed hezar timenit bibwaye û wekû babit aqił bûytaye? ełê: newełła babe. ełê: bo çî kuřim? ełê: etirsim ew eqłey babim ke be minewe bê îşêkî wam pê bika sed hezar timenkem le dest derka û her eqłekey xoy bimênêtewe; minîş ewem nawê. bawkîşî ełê: aferim kuřî xom dyare to le hemû kes zyatir babî xot be aqłitir ezanî. ey le babit kewê bêçuwe kewê!