mîrza îsma’îlî nusret nizam aẍayekî be ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  505 Dîtin

mîrza îsma’îlî nusret nizam aẍayekî be dîmen pyawêkî nawdar bû le dêy «mamêzekmamêzek: gundêke le nêwan kirmaşan û sineda nizîk be sungir». em nusret nizame pyawêkî hebû haşmî naw bû. sereta hîç lûtî pya ne’ehêna û zor legełî xirap bû. řojêk haşim pêy ełê: aẍay nusret nizam to nazanî em hemû xirapîye ke legeł minî ekey legeł xotî ekey? ełê: çon? ełê: wextî xoy ḧacî mîrza mecîdî bawkit xwazbênî daykî minî kirdibû. eger ew xwazbênîye řê bikewtaye û bibûnaye be hawser, êste min to ebûm!

nusret nizam qisekey belawe seyr ebê, îtir lew wexte bedwawe kirdî pyaw maqûłî xoy.