lew sere pyawêkî ew deştî dizeyîye be ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  675 Dîtin

lew sere pyawêkî ew deştî dizeyîye be mîwanî eçê bo xoşnawetî û lewê mîwanî dostêkî zor konî ebê; le řastîda xoşnawekanîş zor mîwan perwerin. řojêk kabray deştî legeł xoşnawî xanexwêda eçne derewe. le gundî bo naw řezan. kabray xoşnaw xoy ko’ekatewe řank û çoẍeyekî şiřî ebê leberî eka û petêk eka be piştên, tifengêkî ḧiskey konî ebê eykate şanî, xencerêkî bêfeře - desekekey nîwey şikabû û nîwey mabû - eykate ber piştênekeya, tezbêḧêkî denk gewreş epêçênê be deskî xencer şikawekeda. bem tedarekewe eçne derewe û eçin leser tawêrêk da’enîşin û dest eken be qisey xoş kirdin. kabray dizeyî tozê seyrî xencerî ber piştênî xoşnaweke eka û ełê: ca em xencere çîye û çî lêy dê wa to hełt girtuwe? her em wa ełê kabray xoşnaw çawî sûr heł egrê û ełê: ma wa derî û be xencerekey pelamarî kabra eda û dû sê xencerî bo dadênêtewe berî nakewê, kabray dizeyî piştawpişt ekêşêtewe be pişta ekewê û le hełdêreke ber ebêtewe. emca xoşnaweke ezanê wa le wizey xencer derçû dest edate tifengekey û dû sê saçmey tê egrê. bereket da, ewîşî ber nakewê. îtir kabray dizeyî her lewê da hełdêt û egeřêtewe bo deştê.

paşan kabray xoşnaw xoy be tenya egeřêtewe bo gundî. pêy ełên: mîwaneket çî lê hat? ewîş karesatekeyan bo egêřêtewe. ełên: axir çon to şitî wa ekey? ew mîwanit bû. ełê: axo çima debînin ew be pozey lemeřbabîmebestî xencerekey buwe birê çi nîne, minîş lom řaweşand û paşan sê bîst û nîwîşimew tifenge ḧiskane saçkeban exward pêyan ewt: ḧeftaxor; ew ney’ezanî ḧefta çende eyut: «sê bîst û nîw» tê girt. awa dayelî degêm.