lew wiłatî dizeyye bêwejnêkî teřpîr hebû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  645 Dîtin

lew wiłatî dizeyye bêwejnêkî teřpîr hebû legeł mam ’elada destyan têkeław kirdibû. mam ’ela birayekî hebû mam ’ałay naw bû. řojêk bêwejneke legeł mam ’ełada jwanî şewê ebestin, mam ’ała agay lêyan ebê. em le pêş eweda mam ’eła biçête ser wext jwanewe. eçête lay bêwejneke. dinyaş tarîk ebê, lew kateda ke xerîkî îşî xêr ebin jineke hest eka ke eme mam ’eła nîye û mam ’ałaye. ełê: bijene ba mam ’eła nebê mam ’ała bê, bijene le minit nekewê!