qadrî qork hebû le dêy tûłebî le ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  701 Dîtin

qadrî qork hebû le dêy tûłebî le şemêran. mirîdî şêxî zya’edîn bû. gêřayewe witî: ewa tofî kořênîme, gałokêkim kirdige we meçekma çûm bo byarey şerîf bo xizmetî şêxî gewre. şerwet wê le řûta her ke geyştime ewê îşî pêşawim hebû, çûme ser pêşaw. danîştim û danenîştim kawrayek hat ber dergakey lê girtim witî: eha. witim: eha. ew her witî û min her witim hîç neçû we gwêçkeya. ewendem zanî xoy kird we jûra. minîş nemkirde napyawetî her hełsam û gałokêkim kêşa we peşîmaney naw şanya linge û qûç lewê kewt. şêx - we qurwanî wim! - çawî łê wu witî: qale neykirdiwê, witim: we qurwan zate kirdim têpeřî. nam we řîşî bawkyewe, gwaye em kawraye we temay çîye wa wa’eka?