feqê şête hebû heretî gencî bû ḧezî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  670 Dîtin

feqê şête hebû, heretî gencî bû ḧezî ekird xoy bigeyenête lay meḧmûpaşay caf û le encama bibê be pyawî ew. meḧmû paşa pyawêkî hebû ḧeme’elî naw bû. feqê şête ḧeme’elî baş enasî, bełam meḧmû paşay ne’enasî. ḧeme ’elî îşêkî way kird ke meḧmû paşa daway feqê şête bika û be ḧeme’elî wit: biço bîhêne. ḧeme’elî çû be feqê şêtey wit: şewê paş bangî şêwan were, meḧmû paşa dawat eka çawit pê kewê. feqê şête emey zor pêxoş bû, paş bangî şêwan çû bo dîwexan. wa řê kewt kes le dîwexan nebû tenha meḧmû paşa xoy û ḧeme’elî nebê. feqê şête ke çuwe jûrewe řûy kirde ḧeme’elî witî: erê ḧeme’elî! kamtan meḧmû paşan?