lew řojewe řoyştuwe torawe diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 2 Xulek  29118 Dîtin
Lew řojewe royştuwe torawe dilî min
2022
Bi denga: عەممار ڕۆستەمی (چیاکۆ)
lew řojewe řoyştuwe torawe diłî min
herçend egeřêm bê ser û şwên mawe diłî min
axo be çi şaxêkewe gîrsawe diłî min
ya xo be çi daxêkewe sûtawe diłî min
ew hemdemî ẍemxiwar û nedîmî mine ya řeb
ew meḧremî esrar û qedîmî mine ya řeb
ew gewherî şehwar û yetîmî mine ya řeb
kewtote çi beḧrêkewe, xinkawe diłî min
mecnûnî dû gîsûyî çi leylayêke axo
ya wamîqî cadûyî çi ’ezrayêke axo
dêwaneyî ahûyî çi seḧrayêke axo
kam çîhreperî dîwe ke tirsawe diłî min
etlêtewe gahê be xeyałî xet û xałî
exulêtewe gahê be çiray şewqî cemałî
nazanî eger çone bedes derdewe ḧałî
wek pûş û pełaşêke bedem bawe diłî min
lew çoł û byabane ebê yawerî kê bê
ya bew kej û kêwanewe sewdaserî kê bê
ya let let û efgarî mujey xencerî kê bê
çon mawe le sed lawe ke kujrawe diłî min
bo çî neřjê seylî siruşkim wekû baran
bo çî wekû ye’qûbNava taybet nebme şuhreyî şaran
lew yosfe pirsîwme le bêgane û yaran
hergîz nîye soraẍî le hîç lawe diłî min
bo xoy bigrîm ya nefesî perdedřawî
ya bo cigerî kun kun û sedparekirawî
çî kirduwe ya řeb, ke xew û xwardin û awî
daym ẍem û bîdarî û xwênawe diłî min
çi bikem, çi biłêm, bo diłekem karîye derdim
şahêdî minin mûyî sipî û çîhreyî zerdim
xořayî nîye nałeyî germ û demî serdim
hełbet be bełayêkewe aławe diłî min
ew sîne le ẍeş xałîye, ew bê řiq û kîne
ew xadîmî şer’î nebewî û mîllet û dîne
me’lûm çuwe bo xizmetî salarî medîne
wam zanî ke fewtawe, nefewtawe diłî min
qurbanî kesê bim ke be qurbanî nebî bê
wek bende segî dergehî şahî ’erebî bê
şahî ’erebî ye’nî qureyşî nesebî bê
cergî be dû ebroy ewe cinrawe diłî min
zatêkî wehay girtuwe řoḧim be fîday ew
şahan şew û řoj dêne qedembosî geday ew
bêxudNasnava edebî mebe îtir be umêd û be temay ew
nayêtewe lat ger serî danawe diłî min