mela mumnîy cwanřoyî hebû jinêkî hebû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  829 Dîtin

mela mumnîy cwanřoyî hebû jinêkî hebû xafatmî naw bû. xafatmîş her xwênd bûy. xafatim her katê nanî da’ena mela mumnî mêrdî pêy ewt: xafatim serit řût ke. ke ew serî řût ekird emîş sûretî: qil hu alilhErebî»y exwênd. xafatim řojêk witî: erê pyaweke ewe bo çi ke min ser řût ekem to «qil hu alilhErebî» exwênî? ewîş witî: xafatim le ḧedîsî şerîfda dîwme efermê ke afret serî řût kird îtir melayîke nayete ew şwêne. ke sûrey «qil hu alilhErebî» ş xwênra le her şwênêk, şeytanîş naçête ew şwêne. ca le ber ewe ke min namewê ’ezyetî hîçyan bidem bo ser nan xwardin, melayyeke be to û şeytaneke be xom dûr exemewe!