mamosta beşîr muşîr pyawêk le şeqławe ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  783 Dîtin

mamosta «beşîr muşîr» pyawêk le şeqławe biřyarî pêdabû ke kiçekey xoy bida be kuřekey. emîş le beẍdawe «şamil»y kuřî heł’egrê û eçin bo şeqławe bo xwazbênî û gwastinewey kiç. dyare kuře û bawik herdûkyan xoyan řêk û pêk û tas û lûs eden. lewê kiçeke le kuřeke mare eken. le demedemî geřanewe û gwastineweda mamosta û bawkî kiçe leser tozê wirde pîtak beynyan têk eçê. mamosta hîç sê û dûy lê naka ełê: biřo her sê tełaqî kiçeke kewtibê! şamlîş be tewawî diłî qed û bałay kiçe çûbû, ewa be temaye kiç swar bikirê û bigeřênewe. bawkî pêy ełê: heste řołe ba biřoyn. ełê: ey kiçeke? ełê: kiçekem tełaq da heste ba biřoyn. ełê: babe kiç jinî mine to çon tełaqî edey? ełê: heste hetîw em nacsinane lewane nîn xizmetyan bikirê, ewe derdyan bê ba biřoyn kiçekeyanim tełaq da. herçende şamil hawar eka kełkî nabê, her ełê tełaqim dawe ba biřoyn. şamlî quřbeserî xo tas û lûsderî bo taze zawayî, be henase sardî legełya egeřêtewe bo beẍda.