eḧey kiřnû wekû şerbetî efroşt car...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  715 Dîtin

eḧey kiřnû wekû şerbetî efroşt, car carîş qesabî ekird. řojêk meřêkî serbiřî bełam meř ewende lawaz û bêfeř bû goştekey ne’exura û kes lêy nekřî, be destyewe dama. mela eḧmedî kanî gomeyî hebû lew serdemeda le silêmanî mirdûy eşord. hesta çuwe lay witî: mela eḧmed min pîr bûm û etirsim le nakaw bimirim hîç umêdêkim be kuřekanim nîye. her le êstewe kifin û qebir û hemû şitêkim bo xom ḧazir kirduwe mawetewe ser şordinekem. were meřêkî biryanim ser biřîwe etdemê bo xot legeł mindałekanta bîxo le batî heqî şordinim, bełam her katê mirdim îtir meyłe kuřekanim tuxnim kewn. xêra were bimşo! mela eḧmedîş şitî way le xwa ewê, çunke xořayye hesta çû laşe meřî hêna û le małewe destyan kird be xwardinî.

nizîkey bîst řojêkî pêçû eḧe çû be lay mela eḧmedewe, witî: mela eḧmed kasbyeke lêre naçê beřêwe, eçim bo kerkûk legełim were ba biçîn bo ewey! mela eḧmed witî: min îşim çîye be kerkûk? witî: bira wextî xoy min tom be kirê girt ke mirdim bimşoy û îtir pêwîstim be yekêkî tir nebê; heqekeştim le pêşewe pêdawî û her ebê legełim bêyt bełkû min le kerkûk mirdim!

lem qiseyek û lew qiseyek bû be herayan. xełk û xwa kewtine beynewe û le encama hate ser ewe ke mela eḧmed parey meřeke bidatewe be ḧacî eḧmed. ḧacî eḧmedîş qibûłî nekird. bełam xełkeke řûyekî zoryan lêna, emca parey beranêkî lê send û mela eḧmed be her core bû řizgarî bû le destî.