eḧey kiřnû carêk geř be kabrayekî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  727 Dîtin

eḧey kiřnû carêk geř be kabrayekî şarbajêřî da e’ałênê bare mêwjêkî lê la’eda. ebê be herayan û îşyan ekewête şikat û şikatkarî, eçin bo lay qazî. ḧacî eḧmed bestûgeyek piř eka le twêkłe gwêz û serekey piř eka le řon û eyba bo qazî. qazî kûpele řon ebînê be lay ḧacî eḧmeda day etaşî û pisûłey edatê ke em ḧeqe hî ḧacî eḧmede.

ḧacî eḧmed lê eřwa û bare mêwjî şarbajêřî exwa. zorî pênaçê qazî tê’ega ke kûpełe çî têdaye. enêrêtewe be şwên eḧey kiřnûda ke pisûłeke bênêtewe sehwêkî têdaye boy çak kem. eḧey kiřnûş wełamî bo enêrêtewe ełê: sehu le pisûłeda nîye, řengibê sehu le kûpełeda bê, ba her le gûpî bida!