ḧesen begî ’elî beg boy gêřamewe witî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  699 Dîtin

ḧesen begî ’elî beg boy gêřamewe, witî: ḧemey saneḧmed hebû, wextê lay min bû řojêk le bazařî beẍdad pêkewe be řêgada eřoyştin. temaşa ekem her le xoyewe ełê: balek, balek. witim: erê kuře ḧemey san eḧmed ewe bo çi wa ekey? witî: ḧesen beg! ewe nîye ḧemałekan her eřon û êjin balek, eger wa nebuwaye neyan ewt. witim: bira ewan ḧemałn û her yeke kołe asnêkî qursyan le kołe û le jêr bara enqênin, to çît be kołeweye? witî: bira ḧesen beg, eger niqewê minîş enqênim û waz le balek nayenim!