sałêk ḧacî se’îd aẍay silêmanî û ḧacî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  739 Dîtin

sałêk ḧacî se’îd aẍay silêmanî û ḧacî qadrî řuẍzayî û ḧacî marfêkî mikaylî seferî ḧec yekyan exa û pêkewe eçin bo ḧec. le ’erefat û tewafîşyan her pêkewe ebin û lêk cya nabnewe. ke egene ber ke’be ḧacî se’îd aẍa qułfî ke’be egrê û ełê: xwaye le şukiraney ew ke minit geyande em şwêne çwar dûkan le dûkananem le naw qeyserîyekedan xêrî mewlûdî pêẍember bê, ke çûmewe byanfiroşim û parekeyan bikem be xêr.

ḧacî qadrî řuẍzayî ke çawî bew ekewê emîş qułfî ke’be egrê û ełê: xwaye le xoşî eweda ke geyştime em şwêne mubareke, sî ser meř lew meřanem ke meře peřekey têdaye xêrî mewlûdî pêẍember bê. her ke çûmewe be zîndûy her yekyan bidem be yekê.

ḧacî marîfîş ke seyr eka hawřêkanî em nezir û xêr û xêrateyan kird. emîş eçê qułfekey egrê û ełê: xwaye min ne dûkanim heye bîkem be xêr, ne meřê naw şwankarim heye dest bikem be wadey diro û delese legełit. min hem û fatey daykî mindałekan, her le êstewe her sê tełaqî fatey daykî mindałekanim be mewlûdî pêẍember, çawit lêye xwa! tegbîrim kirdin û tiřim wiřîn? toş agat le ḧesawî xot wê!