mela řeşîdêkî dawde hebû bangibêj bû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  702 Dîtin

mela řeşîdêkî dawde hebû bangibêj bû le mizgewtî menare nexşîne le kerkûk. her wext ke bangî eda be dem bangidanekewe destî ekird be řakirdin beser banekeda. carêk lêyan pirsî: ewe bo çi wa le katî bangida řa’ekey? eyut: xełk ełên to le dûrewe dengit xoşe, řa’ekem bo ewe le dûrewe gwêm le dengî xom bê bizanim řast eken dengim xoşe!