sałêk salar aldule řûy kirdibuwe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  757 Dîtin

sałêk «salar aldule» řûy kirdibuwe kurdewarî bew nyazey kurdekan yarmetî biden û tac û textî êran werbigrêtewe. řêy ekewête germyan małî kerîm begî fettaḧ beg; maweyek lewê emênêtewe. řojêk legeł kerîm beg û ewana eçin bo řaw. ser le êware lêk da’ebřên. salar aldule lew deşteda şewî be sera dêt. taqe małêkî caf lew naweda ebê şewê eçête ewê. kabray caf çî bo řêk ekewê boy da’enê. emîş hîlak ebê aw zor exwatewe. yekem car ke daway aw eka aweke exwatewe ełê: min yekê le pyawekanî salar aldulem. carî duwem ke awî bo dênin eyxiwatewe ełê: min yekê le pyawe gewrekanî qacařim. carî sêyem ke awî bo dênin eyxiwatewe û ełê: min salar aldulem. kabray caf nawî salar alduley bîstuwe naynasê, îtir egate tînî û ełê: carî yekem ke aweket xwardewe witit pyawî salar alduleyt, carî duwem witit yekêk le gewrekanî qacařît, carî sêyem witit salar aldule. em care bîxoytewe daway xwayî ekey. we kelam min û xwa le małêka pêkmanewe namankirê dewêt bawik îtir leserî meřo!

ke ikewête sibeynê kerîm beg û ewan ko ebnewe û salar aldule edoznewe. cafî ew dewreş ewe bû zor le kerîm beg etirsan. kabra le tirsî ewe newek salar aldule qiseke bigêřêtewe bo kerîm beg, xerîk ebê małeke becê bêłê. salar aldule hestî pê eka û ełê: bangî ken. kabrake ehênnewe le tirsa řû ekate salar aldule û ełê: wew şêx kerîme eger daway çwaremîşt bikirdayet her řastit ekird. paşan salar aldule qiseke egêřêtewe û hendê pareş eda be kabra.