jinêk hebû xatu semenî naw bû legeł ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  852 Dîtin

jinêk hebû «xatu semen»y naw bû, legeł mêrdekey leser îşî şer’î têkçûn û mêrdekey hełgirt çûn bo lay qazî şar bo şikat. jine witî: cenabî qazî! em mêrdey min ta hetîwî dest kewê legeł mina nanwê! pyaweke witî: qurban diro eka wa nîye. qazî tozê řama û be kabray wit: a bêne de’baket taqî bikemewe bizanim waye ya wa nîye? kabra naye miştî. bereket da, qazîyeke heta biłêy naşîrîn bû. de’bakey kabra her lûtî da’ejend. jine witî: qurban ewe eger singîş bê ew ser û řûmete cwaney cenabit bibînê ebê be bełek!

qazî feřaşêkî cwanî hebû. jine witî: emir bike ba ew feřaşe bîgrê û taqî katewe. qazî naçar emrî kird be feřaş. kabra her ke naye miştî feřaşekewe de’bakey wekû ḧeytey lê hat! qazî witî: ya fasq! jinî xot berewe û tema’ mekere feřaşî qazî.