ew serdeme ke maynsiwarî bawî hebû hen...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  770 Dîtin

ew serdeme ke maynsiwarî bawî hebû. hendê kes le silêmanî êwaran espî çak çakyan eřazandewe û eçûn lew deştî kanêskane meydanbazîy û ẍar ẍarênyan dekird. «’elî birzo» hebû qesab bû, her le xoy ehat maynî ke ḧêłe biřazênêtewe be řext û xişłî zîwîn û xoyşî çeftey sûrme û mişkî têkeław ka û leserî bibestê û le naweřastî zînekeda wekû sing biçeqê.

êwareyek em ’elî birzoyele katî ẍarẍarêna le meydanbazîyda pêş hemû swarekanî tir kewt. ’ezîz beg hebû lew lawe destî kird be hełpeřkê û pêkenîn û xoşî. pêyan wit: bo çi wa xoşî xoşîte? bo espekey ’elî birzo hî toye? witî: newełła bełam liẍawî espekey min bom dirust kirduwe!