her le qisey gwê agirdanî kurdîye ke zîne...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  842 Dîtin

her le qisey gwê agirdanî kurdîye ke zînewerî tir qisey heye ełê:

lew deştî lacane ḧuştirêk lê kewtibû çûbuwe deryay endîşe û kawêjewe. le dwawe komî wekû laşe koştêkî zilî sûr derpeřîbû. řêwîyek bew naweda têpeřî seyrî kird wa em laşe goşte sûre cwane lew deşteda be bê xawen kewtuwe. sûrîy koga goşt, ḧeştirekey nehênaye ber çawî! çû pelamarî da û çemołey bo dirêj kird. her ke çemołey geyşit be qingî ḧuştir, ḧuştir řaçenî û řast buwewe. destî řêwî tirincande naw qingî ḧuştir û xoyşî be dway ḧuştirekeda şoř buwewe û [ḧuştir] destî kird be řoyştin!

lew kateda çeqełêk be layana tê’epeřê seyrî řêwîyekey kird em dîmeney be lawe seyr bû witî: ha! mam řêwî xêre, eme çîye? bo çi wat lê hatuwe? witî: qurban xizmetkarî em necîmeyn û le piştyewe eřoyn. witî: ca êste çaweřêy çît? witî: hîç; çaweřêy tiřêkî em xas xwayeyn!