le qisey gwê agirdanî kurdaneye ełê bîn...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  786 Dîtin

le qisey gwê agirdanî kurdaneye ełê:

bînayî çawan, însan û seg û ker û meymûnî ko kirdewe witî: ’umirtan edemê yekî çenditan ewê? wityan: bînayî çawan keyfî xote çendiman edeytê be zyad bê. řûy kirde ênsan fermûy: sî sał başe? ’erzî kird: keyfî xote be zyad bê. řûy kirde seg witî: bo toyş sî sał bese? seg ’erzî kird: bînayî çawan! sî sał bo min zore le twanama nîye sî sał pas ḧepe ḧep bikem; de sałim bese. bînayî çawan řûy kirde ewanî tir fermûy: kê bîst sałekey tir heł’egrê? însan destî da be singya û witî: min.

emca řûy kirde ker û fermûy: toş sî sałit bese? ’erzî kird: bînayî çawan! min le kwê twanay emem heye sî sał piştim lejêr bara bêt? minîş de sałim bese. řûy kirde ewanî tir fermûy: kêtan bîst sałekeytan ewê? her gurc însan hate ziman witî: bînayî çawan! xom. paş ewe řûy kirde meymûn û fermûy: ey to sî sałit bese? ’erzî kird bînayî çawan! ser û fesałêkî zor cwanit nedawmetê ta diłim be xom xoş bê, her kes çawî pêm ekewê pêm pê’ekenê; ke wate her de sał etwanim bibim be řişxengay merdim. be zyad bê lewe zyatirim nawê.

emca bebê ewe le ademîzad bipirsê ya nepirsê her xêra însan hate qise û ’erzî kird: bînayî çawan! bîst sałe zyadekey ewîş her bide be min. bînayî çawan ew bîse sałey meymûnîşî daye. ewa bem core ademîzad newed sałî ’umrî peyda kird bełam çon newed sałêk?

newed sałêk wa ke sî sałî hî xoy buwe û lew sî sałeda wekû nûstû waye. le sîyewe ta penca ew bîst sałey her xerîkî hełpe kirdine û bem la û bewlada pelamar eda bo şit peyda kirdin û bo pas kirdin. le pencawe ta ḧefta ew bîst sałeşî way lê dê ebê be jêr barî mał û mindał û erkî beřêwe birdinî ewanewe. le ḧeftawe ta newed ew bîst sałeş ke hî meymûnekeye û werîgirtuwe; le ber ewe ke laş û larî têk eçê û dem û çawî çirç û loçî tê ekewê û piştî kom ebêtewe û hîçî be ser namênê. wekû meymûneke ebê be řişxengay xełk. ca biram to temaşay xot bike bizane êste kam yek lew gêcanet wergirtuwe?