ełê kabrayek lew ber kêwe çend mirîşkêk ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  710 Dîtin

ełê kabrayek lew ber kêwe çend mirîşkêk exate sebeteyekewe eyba bo şar bîfroşê; eyxate ser gwêdrêjêk û beřê ekewê. egate pêçekanî «telan», seyr eka wa řêwîyekî topyîw řast le çeqî řêgekeda kewtuwe. nûke şeqêkî lê eda û gwê nadatê eřwa; meger em řêwîye ne topîwe, be fêł way le xoy kirduwe!

kabra zor nařwa egate pêçêkî tir ta egate ewê řêwî be qełembazêk le kilkey lûtkewe xoy egeyenête berdemî, lewêşa xoy eka be topyû. kabra ke seyrî emeş eka peşîman ebêtewe bo ewey ke bo çî hełî negirtuwe legeł emeda ebê be dû řêwî eyba le şar pêstekeyan efroşê pareyekî çak eka.

wiłaẍ û mirîşkekan lewê be cê dêłê û egeřêtewe bo řêwyekey tir. her ke ew pişt heł’eka řêwî řast ebêtewe enîşête naw mirîşkekan qîj û hoř milî çend mirîşkêk eşkênê û eyba.

kabra ke eçête ser wext řêwîyekey tirewe seyr eka nemawe. egeřêtewe dwawe, temaşa eka em řêwyekey tirîş nemawe?

dest le gunan berewjêr tir eçê be lay mirîşkekanyewe temaşa eka mirîşkekanîş çend daneyekyan nemawe. emca tê ega ke em řêwîye qumarbaze fêłî lê kirduwe.