dîsan her le qisey kudaneye ełê sereta ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  698 Dîtin

dîsan her le qisey kudaneye ełê:

sereta «çeqeł» le awedanîda bû, seg le çoł û byabana. segekan yekêkyan lê nexoş kewt. herçend xerîk bûn çak nebuwewe axrî qiseyan hate ser ewe biçin pena berne ber çeqełekan bełkû ewan bêne derewe û eman biçne awedanî bo mawey çend řojêk bo ewe em segeyan nextê êsqan û wirdenanî dest kewê bîxwa û çak bêtewe û paşan her kamyan biçne şwênî xoyan. leser em biřyare komełyan kird û be gel çûne xizmet çeqełekan wityan: werin pyawetîyekî waman legeł biken bo mawey çend řojêk řêgeman biden bêyne awedanyewe êweş werne derewe bełkû em nexoşe hejareman be hoy daw û dermanî awedanîyewe tozê çak bibêtewe; paşan der’eçîn û êweş eçnewe şwênî xotan. bem îşetan xêrêkî gewre eken, nefesêk le mirdin řizgar eken! çeqełekan řazî bûn û çûne derewe û ewanîş hatne awedanîyewe. maweyekî zorî pêçû segekan ke ẍez û bezî awedanîyan çawpêkewt, derneçûnewe. çeqełekan hatin wityan: ewe bo çi dernaçin û ême bêynewe şwênekey xoman? emanîş wityan hêşta nexoşekekeman çak nebwetewe. leman qise û lewan qise, îtir lew wextewe hemû şewêk çeqełekan dêne řoxî awedanî dest eken be lûre lûr û ełên: nexoşeketan çak nebwetewe? segekanîş dest eken be ḧepe ḧep ełên: ḧew řojîy tir, ḧew řojî tir!