şêx marfî se’atçî boy gêřamewe witî şêx ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  815 Dîtin

şêx marfî se’atçî boy gêřamewe witî: şêx ’elî mela le dêy çinarey warmawa hebû, xizmayetî legeł êmeşa hebû. xetêkî xoşî cwanî hebû. simaylnameyekî nûsîbuwewe kesî dest nekewtibû pîşanî bida û aferînî bo bika. nîşanî daykî dabû, daykîşî eygirê be destewe û zor be dił seyrî eka û ełê: yařebî řołe destit xoş bê, çend řêk û pêke ełêy gole tûtne. penceşî ekêşê bo şwênêkî û ełê: bełam a lewê da «giłimtik»giłimtik:kersekêkî tidaye. şêx ’elî witî ke seyrim kird lew şwêneda řast bû ẍełetêk le nûsînekeda hebû.